Sererkanên Tirkiye û Amerîkayê li ser 'Herêma Ewle' axivîn

08 September 2019 09:36 0 dîtin
Sererkanên Tirkiye û Amerîkayê li ser 'Herêma Ewle' axivîn

PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Sererkanê Amerîkayê Joseph F. Dunford li ser herêma ewle pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku roja şemiyê 07-09-2019an Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler peywendiyeke telefonî ligel hemtayê xwe Sererkanê Amerîkayê Joseph F. Dunford pêk aniye û avakirina herêma ewle hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin ku herdu aliyan tekezî li ser cîbicîkirina bernameya herêma ewle kiriye.

Rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîkayê bo herêma ewle 7ê Tebaxê hatibû ragihandin ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser avakirina herêma ewle li ser sînorê Roijavayê Kurdistanê li hev kiribûn.