Amerîka û Tirkiye li herêma ewle dest bi gera hevbes a duyem dikin

24 September 2019 10:51 0 dîtin
Amerîka û Tirkiye li herêma ewle dest bi gera hevbes a duyem dikin

PeyamaKurd - Di çarçoveya rêkeftina ‘herêma ewle’ îro de hêzên Tirkiye û Amerîkayê gera hevbeş a bejayî ya duyem li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Îro û di çarçoveya xebatên avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê de hêzên Tirkiye û Amerîkayê dê gera xwe hevbeş a bejayî ya duyemîn dikin. Ji bo vê yekê hejmarek zêde wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê berê xwe dan ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyan, gera hevbeş a hêzên Amerîkî û Tirkî dest pê kir û tê ragihandin ku hêzên hevbeş dê heta kûrahiya 10 km. biçin.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn, ji wan jî Navendeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê pêk bînin û gerên hevbeş ên bejahî û esmanî bo çavdêriya wê herêmê bikin.

Piştî vekişîna hêzên HSD û YPGê ji wê herêmê, gera hevbeş a bijayî yekem bi beşdariya 12 wesayîtên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê di 8ê Îlonê de li Girê Spî bi rê ve çûbû û sê saetan berdewam kiribû.