Jeffrey: Ji bo herêma ewle Amerîka û Tirkiye cuda difikirin
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jefrrey di hevpeyvîneke ligel medya tirk de got ku ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê armancên Amerîka û Tirkiyê ji hev cuda ne.
Jefrrey ji rojnameya Hurriyetê re da xuyakirin, ew di serî de dibêjin ku êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyê bi ser Idlibê de binpêkirina rêkeftina Soçiyê ye ku bi Tirkiyê re hatiye çêkirin.
Jeffrey metirsiya bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê ji aliyê rejîma Esed ve anî ziman û got, ew ji ber êrîşên hikûmeta Sûriyê yên li dijî Îdlibê dilgiran in ku dê ew êrîş bibin sedema pêleke panberan û karesateke mirovî.
Nûnerê Amerîkayê diyar kir, ew dixwazin bi hemahengiya Tirkiyê re pêvajoyeke siyasî li Idlibê bi rê ve bibin ku ji bo çareseriyê tekane rê pêvajoya siyasî ye.
Jeffrey di hevpevyînê de qebûl kir ku pêwendiyên PYD/YPGê ji aliyê îdeolojî ve bi PKKê re hene li ser avakirina herêma ewle got, ew bi Tirkiyê re ji bo avakirina herêmeke ewle ya li bakurê Sûriyê diaxivin û destnîşan kir, “Ji bo avakirina herêma ewle armancên Tirkiye û Amerîkayê ji hev cuda ne. Amerîka ji ber şerê DAIŞê û Tirkiye jî ji ber fikarên YPGê dixwaze herêma ewle ava bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin