Rêveberiya Rojava bersiv da Jeffrey: Tirkiye herêma ewle ji bo…
PeyamaKurd – Baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bersiv da daxuyaniyên Nûnerê Taybet bo Sûriyê yê Amerîkayê James Jeffrey ku gotibû, ‘Li ser herêma ewle bi Tirkiyê re bi giştî lihevkirinek heye’.
Rêveberê MSDê Ekrem Huso diyar kir ku li ser 'Herêma Ewle’ hîn lihevkirineke teqezî çênebûye û got, "Ji bo avakirina herêma ewle di navbera me û Amerîkayê de û di navbera Amerîka û dewletên din de hevdîtin berdewam dikin. Tirkiye herêmeke li gorî berjewendiyên xwe dixwaze. Tirkiye dixwaze herêma ewle ya li ser erda Sûriyê di bin kontrola wan de be û leşkerên wan li wir werin bicihkirin.”
Huso destnîşan kir, "Em ne li bendê ne ku Amerîka ji daxwaziyên Tirkiyê re bêje erê. Nêrînên Amerîka û Tirkiyê ji bo herêma ewle cuda ne. Ya me jî cuda ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin