Rêveberiya Rojava bersiva rejîma Sûrîyê da û banga dîyaloga cidî kir!
PeyamaKurd - Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser daxuyaniyên Wezareta Derve rêjîma Sûriyê ku gefa nehiştina Rêveberiya Xweser xwar daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Wekî her car, rejîma Sûriyê bi rêya wezareta derve derdikeve holê û bi zimanekî dûrî mentiq û rastiya heyî diaxive. Ew jî zimanê dûrî rewşa heyî û hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Rejîm bi vê yekê armanc dike ku bala raya giştî ya gelê Sûriyê li ser erk û berpirsyariya xwe ya rewşa heyî ya li Sûriyê, bikişîne."
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojava diyar kir: "Axaftina wezareta derve ya rejîmê li ser projeya Rêveberiya Xweser ku îdia dike ku wê Sûriyê lawaz bike, careke din şerxa di hişmendiya rejîmê de û rewşa îzolebûnê ku tê de dijî, piştrast dike. Herwiha xwendina ne rast ji rewşa giştî ya Sûriyê re û girêdana xwe bi zihniyeta înkarkirin û paşguhkirinê û israra li ser projeya xwe ya navendî ku welat gihand asta tehlûkê, diyar dike."
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê, piştrast dikin ku em ê projeya xwe ya niştimanî ya sûrî dewam bikin. Ev proje parastina yekbûna civaka me kir û DAIŞ têk bir. Herwiha nimûneyeke demokratîk pêş xist. Di heman demê de, projeya herî zêde ku pêdiviya Sûriyê diçespîne û li peyî ajandeyên taybet neket û li ser hesabê gelê Sûriyê beşdarî komployan nebû.
Em piştrast dikin ku girêdana rejîma Sûriyê bi vê dîtina xwe ya teng û zihniyeta tekane û xwendina ne rast ji rewê re, aloziyê kûrtir dike û paşde dirive û tinazan bi mejiyê gelê Sûriyê dike. Rejîma Sûriyê di demên dawî de bi rêya rêveberên xwe, daxuyaniyên dûrî rewşa heyî didin, nexasim ên tewanbarkirina Rêveberiya Xweser bi tewanên ne rast, di demeke ku Rêveberiya Xweser girêdana xwe bi rêgezên çareseriyê û diyaloga niştimanî re, israr dike."
Daîreyê bang li hikumeta Şamê kir: "Em bang li rejîma Sûriyê dikin ku berjewendiyên niştimanî ya Sûriyê esas bigire û bila fedekarî û berdên gelê me û Rêveberiya Xweser reş neke. Ji ber ku xîtabên bi vî rengî ne ji bo berjwendiyên gelê Sûriyê ye û xizmeta istiqrar û ewlekariya Sûriyê nake."
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji rêveberiya Şamê daxwa kir, zimanê menitqî bikar bikar bîne û wiha got: "Em careke din bang li rejîmê dikin zimanê mentiq û aqil bikar bîne û dûrî xîtabên xwe yên berê bikeve. Herwiha beşdarî diyaloga cidî bibe û xwe ji zimanê xiyanet û tewanên ne rast, xelas bike. Ji ber ku ev xîtab bû sedem ku Sûriyê wêran bike û bandorên wê yên pozîtîf li ser Sûriyê tune ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin