Rejîma Sûriyê deriyê ligel Rêveberiya Rojava ji çûnûhatinê re girt

15 December 2021 19:57 0 dîtin
Rejîma Sûriyê deriyê ligel Rêveberiya Rojava ji çûnûhatinê re girt

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya hikûmeta Şamê deriyê Tebqa yê dikeve başûrê rojavayê parêzgeha Reqayê ji çûnûhatina otomobîl û xelkê sivîl re bi temamî girt.

Rêveberiya Deriyan a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, roja 15-12-2021ê hikûmeta Sûriyê deriyê Tebqa yê dikeve başûrê rojhilatê parêzgeha Reqayê ji tevgera otomobîl û xelkê sivîl re bi temamî girtiye.

Deriyê Tebqe herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser bi hev  girêdide ku rejîma Sûriyê ji 21ê Adara 2021ê ve ji bo çûnûhatina sivîlan û karûbarên bazirganî ji bo hersê deriyên Tebqa û Bû Asî li Reqa û deriyê Tayhe li Minbicê merc danîbûn.