Rejîma Sûriyê deriyên çûnûhatinê yên ligel Rojavayê Kurdistanê girtin

26 March 2021 20:21 0 dîtin
Rejîma Sûriyê deriyên çûnûhatinê yên ligel Rojavayê Kurdistanê girtin

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li herêma Idlibê bo vekirina deriyên çûnûhatinê di navbera herêmên rejîm û opozîsyonê de, hikûmeta Sûriyê deriyên ligel herêmên kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê girtin.

Li gorî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê 3 xalên derbasbûnê di navbera navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê û yên li jêr destê komên çekdar ên opozisyona Sûriyê a girêdayî Tirkiyê têne vekirin.

Li gor zanyariyan du xalên derbasbûnê li Seraqib û Miznaz li Idlibê û xala Ebû Zeydîn li parêzgeha Helebê tê vekirin.

Hatiye diyarkirin ku wê ev xalên derbasbûnê ji bo alîkariyên mirovî û tevgera çûnûhatina xelkê bên bikaranîn.

Li gor hin aborînasan, vekirina van xalên derbasbûnê şêweyek ji sivikkirina fişarên aborî li ser hikûmeta Sûriyê ye. Piştî aşkerekirina rêkeftina vekirina van xalan, buhayê dolar li hember lîreya Sûrî bi şêweyek berbiçav daket û li derdora 3900 lîreyên Sûrî rawestiya.

Hevdem ligel rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li ser vekirina van xalên derbasbûnê di navbera navçeyên hikûmet û opozisyonê de, hikûmeta Sûriyê her sê xalên derbasbûnê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê li Reqa, Tebqa û Irêmê li Minbic li pêş tevgera bazirganî û çûnûhatina xelkê girtine.