Deriyên Rojavayê Kurdistanê yên bi rejîma Sûriyê re ji nû ve hatin vekirin
PeyamaKurd – Deriyên ligel herêmên bin kontrola rejîma Sûriyê yên Rojavayê Kurdistanê ku beriya hilbijartinên seroktiyê yên 26ê Gulanê hatibûn girtin, îro 27ê Gulanê ji nû ve hatin vekirin.
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi biryara hejmar 129an hemû dergehên sînor ên bi herêmên hikumeta Şamê re ku ji 24ê Gulanê ve girtibûn û rê nedabû sindoqên hilbijartinên li herêmên wan bên danîn.
Rêveberiya Xweser îro piştî lidarxistina hilbijartinên rejîmê bi rojekê, biryarek bi hejmara 135an derxist û li gorî wê hemû dergeh ji îro 27ê Gulanê ve ji nû ve têne vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin