Rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser dorpêç rakirin
PeyamaKurd – Rejîma Sûriyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Rêveberiya Xweser jî dorpêça li ser baregehên rejîmê li Qamişlo û Hesekê rakirin.
Li gor hat ragihandin, rêyên çargoşeya ewlekarî li bajarê Hesekê hatin vekirin û li Helebê jî ard derbasî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdnîşin bû.
Herwiha hat eşkerekirin, Hêza Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) rêbendên çend taxan li Hesekê rakir û êdî çûnûhatin li ser wan rêyan asayî bû û li rêya Qamişlo, taxa Qudat û Neşwe jî çûnûhatin asayî bûye.
Hat zanîn, Firqeya 4an a Artêşa Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî rê da ku ard derbasî taxê bibe û li gorî xelkê wê taxê îro firinan jî dest bi karê xwe kirin.
Medyaya nêzîkî Hikûmeta Sûriyê jî amaje bi lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê kir.
Herwiha Parêzgarê Hesekê Xesan Xelîl jî eşkere kiribû ku civînên êrênî di navbera nûnerên Hikûmetê û yên HSDê de bi navbeynkariya Rûsiya birêve çûn ku di encamê de dorpêç hatin rakirin.
Li Qamişlo jî Asayîşê rêbenda li pêşiya Deriyê Nisêbînê ku xaleke sînorî ye li gel Bakurê Kurdistanê rakir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin