Rêveberiya Xweser: Rejîma Sûriyê bi gotinên sovenîst û bêaqilane êrisî hêzên ku li dijî terorê ser dikin dike
PeyamaKurd – Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî bûyerên dawî yên li Hesekê da û diyar kir: “Rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîst û bêaqilane, êrişî hêzên ku li dijî terorê şer dikin, dike.”
Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê, li ser êrişên çekdarên DAIŞê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê diyar kiribû, HSDê sûcên şer dike. Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser jî di derbarê tohmetên hikumeta Şamê de bersiv da û daxuyaniyên hikumeta Şamê, weke “pêkenok ” binav kir.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir, Rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîst û bêaqilane, êrişî hêzên ku li dijî terorê şer dikin, dike. HSDÊ bi taybetiyên nelayîq bi nav dike. Ev yek zihniyeta vê rêjîmê dide nîşandan. Rejîm li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê ya ku bi hezaran DAIŞî tê de ne ku HSDê şerê wan dike, bi sûcê şer bi nav dike. Hesekê bajarekî Sûriye ye û yên li dijî DAIŞê şer dikin, zarokên Sûrî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin