Jeffrey: Herêma Kurdistanê ji bo hêzên Amerîka cihê herî bi ewle ye
PeyamaKurd – Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey, ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo hêzên Amerîka û hevpeymaniyê cihê herî ewle ye.
Li demeka ku li Iraqê şîe û alîgirên Îranê dixwazin hêzên Amerîkayê ji welat derxin, Jeffrey daxuyaniyeke balkêş da û got, “Herêma Kurdistanê ji bo hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê cihê herî bi ewle ye.”
Jeffrey diyar kir ku ti xeterî li herêma Kurdistanê li ser hêzên Amerîkayê nîne.
Jefrrey beriya niha jî gotibû: "Li ser mijara vekişîna ji Iraqê em naxwazin ser masê rûnin. Heger rayedarên Iraqê behsa derxistina hebûna hêzên me dikin, divê bêhtir têkiliyên dualî li ber çavan bigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin