Jeffrey: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka xwedî pêgeh û roleke stratejîk e
PeyamaKurd - Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey, piştî serdan û hevdîtinên ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazî kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtina ligel Jeffrey de ragihand, bi armanca gihîştina çareseriyeke bingehîn a kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê, pêvajoya gotûbêjan ligel Bexdayê berdewam e.
Di civînê de li ser guhertin û pêşhatên Iraq û Sûriyê û girîngiya hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, hatin gotûbêjkirin.
James Jeffrey pesnê rol û helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina hêzên Rojavayê Kurdistanê da û tekezî li piştevaniya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê ji ber hemerengî û zindîtî û dostaniya wê ya li gel Amerîka û welatên rojava, pêgeheke wê ya girîng û stratejîk li Rojhilata Navîn heye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina li piştevaniya Amerîkayê, ronahî xiste ser rewşa niha ya Iraq û herêmê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û amaje bi wê yekê kir ku bi armanca gihiştina çareseriyeke bingehîn a kêşeyan li ser bingeha destûrê, pêvajoya gotûbêjan ligel Bexdayê berdewam e.
Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya berdewambûna hemahengiya ewlehiyê ya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kir, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember berdewambûna erebkirin û destdirêjî û avêtina ser mal û milk û zeviyên nişteciyên Kurd ên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê di civînê de nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin