Tirkiye: 'Herêma Ewle' ya bi dirêjiya 145 km û kûrahiya 30 km hat pêkanîn

21 November 2019 19:24 0 dîtin
Tirkiye: 'Herêma Ewle' ya bi dirêjiya 145 km û kûrahiya 30 km hat pêkanîn

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî daxuyaniyên Rûsyayê yên ku gotibû, YPG vekişiyaye û Rûsyayê hemû sozên rêkeftinê bicih anîne li ser herêma ewle daxuyanî da.

Akar got ku bi dirêjahiya 145 km û kûrahiya 30 km Herêma Ewle li bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn.

Hulusi Akar da xuyakirin ku her çiqas li hundir hinek bermayî mabin jî bi giştî herêma operasyonê hatiye paqijkirin û got, ew bersivê didin êrîşên ji rojhilat û rojavayê herêma operasyonê têne kirin.

Wezîrê Tirk bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li ser Rojavayê Kurdistanê red kir û got: “Me ti çekên ‎kîmyayî yan teqemeniyên ku bi peymanên navdewletî hatine qedexekirin, bikar neanîne.”‎

Akar ragihand ku di çarçoveya operasyonê de, herêmeke bi rûberê 4300 kîlometre çargoşe û 600 cihên ‎niştecihbûnê hatine kontrolkirin û li ser rêya M-4 jî xalên pişkinînê hatine danîn.

Akar îdîa ‎kir ku di êrîşên wan ên ji 9ê Cotmehê ve dest pê kirine ve, heta niha nêzîkî 1200 şervanên HSDê hatine kuştin.