Sûriyê ji bo ‘herêma ewle’ bertek nîsanî Tirkiyê û Amerîkayê da: Ev êriseke eskere ye

08 August 2019 12:52 0 dîtin
Sûriyê ji bo ‘herêma ewle’ bertek nîsanî Tirkiyê û Amerîkayê da: Ev êriseke eskere ye

PeyamaKurd - Sûriyê derbarê plana rêkeftinê ya ‘herêma ewle’ ya Tirkiyê û Amerîkayê ku dixwazin li bakurê Sûriyê dabîn bikin bersiv da û teqez kir ku ev êrîşeke eşkere ye.

Rêveberiya Sûriye rêkeftina Tirkiyê û Amerîkayê li bakurê Sûriyê red dike.

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANAyê, çavkaniyeke ji wezareta derve ragihandiuye ‘ Sûriye plana dabînkirina Amerîka, Tirkiyê û dagîrkeran ku dixwazin li bakurê Sûriyê qaşo herêma ewle ava bikin, bi awayekî kategorîk red kir.”

Di nûçeyê de her wiha tê gotin ku, “roleke tarîxî dikeve ser milê Kurdên Sûriyê ku ne bin beşek ji projeya êrîşkar a Amerîka û Tirkiyê.”

Serokomarê Tirkiyê Erdogan îro gotibû, me û Amerîkiyan biryar da ku navendeke operasyonê ava bikin, “Gotûbêjan 3 rojan berdewam kir. Ev gotûbêj bi rastî jî di rêyeke erênî de berdewam kirin. Wê berdewam bikin helbet lê niha gavek tê avêtin. Ez ê behsa demeke diyarkirî nekim lê me û amerîkayiyan bi hev re biryar da ku navendeke operasyonê ava bikin. Bi avakirina vê navendê re wê pêvajoya li vir dest pê bike.”