ENKS û PYDê bertek nîsanî hilbijartinên Sûriyê dan: Wê krîzê kûrtir bike
PeyamaKurd – Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dijî hilbijartinên parlamentoya Sûriyê (Encûmena Gel) bertek nîşan dan ku biryar e roja Yekşemê 19ê Tîrmehê werin lidarxistin.
Hevserokê Pêwendiyên Derve yê PYDê Rohat Xelîl li ser hilbijartinê Sûriyê diyar kir ku Parlamena Sûriyê her tim bûye warê endamên Partiya Beas û nûnertiya gelê Sûriyê ti carî nekiriye.
Xelîl got, “Parlamentoya ku niha dixwazin li Sûriyê pêk bînin, gelo nûnertiya welat û gel dike? Mafên wan diparêze? Divê mafên me di çarçoveya destûrî de hebin. Em niha yekîtiya gelê Sûriyê diparêzin û vê di çarçoveya rêgezên demokrasiyê de dikin.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif jî li ser hilbijartinên 19ê Tîrmehê diyar kir ku tenê hewldana rejîma Beas a dirêjkirina temenê xwe ye û wiha axivî:
“Armanca şoreşa Sûriyê damezrandina welatekî demokratîk bû. Xelk niha doza welatekî demokratîk dike. Pêwîste di vê sîstemê de mafên her kesî di destûrê de bên misogerkirin. Divê hilbijartin di bin çavdêriya civaka navdewletî de bên encamdan. Niha bi qasî nifûsa hûndirê Sûriyê ewqas jî bûye penaber. Wê hilbijartina 19ê Tîrmehê krîzê kûrtir bike. Armanca hilbijartinê tenê dirêjkirina temenê rejîma Beasî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin