PYDê bi daxuyaniyekê bertek nîsanî hevdîtina ENKS û Çavusoglu da

23 February 2020 14:50 0 dîtin
PYDê bi daxuyaniyekê bertek nîsanî hevdîtina ENKS û Çavusoglu da

PeyamaKurd - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) niha li Rojavayê Kurdistanê di bin banê Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) de deshilatdar e, li dijî serdana Tirkiyê ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku bi Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anîbû derket.

PYDê bi daxuyaniyeke nivîskî got ku armanca hevdîtina navbera ENKSê û Mevlut Çavuşoglu, têkbirina insiyatîfa yekrêziya kurdan e.

PYDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serdana ENKSê di vê demê de tê wateya têkbirina insiyatîfa yekrêziya kurdî û wiha got: “^Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya kurdan bi avakirina yekrêziya kurdî heye. Wê gelê kurd hesab ji rayedrên kurdan bixwaze.”

PYDê danûstandinên ENKSê yên bi Tirkiyê re jî wekî xizmetkirina ji siyaseta dagirkeran re bi nav kir û bang li xelkê Rojavayê Kurdistanê kir ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya xwe xurt bikin û planên qirêj têk bibin.

Şanda ENKSê piştî hevdîtina ligel Çavuşoglu ragihandibû ku wan daxwaza hevdîtinê dema êrîşên Tirkiyê yên bi ser Girê Spî û Serê Kaniyê de ji wan kiriye û ew hevdîtin hê nû pêk hatiye.

Herwiha ENKSê dabû xuyakirin ku wan ji aliyê Tirkiyê xwestiye demografiya herêmên hatine dagirkirin neyê guhertin û hesab ji komên çekdarên binpêkirinan dikin bipirsin.

Nîmet Dawûd: Tifaqa Kurdan ne li dijî welatên cîran e