Amerîkayê derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Pompeo da daxuyanîyek da

07 March 2019 11:39 0 dîtin
Amerîkayê derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Pompeo da daxuyanîyek da

PeyamaKurd- Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino derbarê peywendiya telefonî ya Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê merîkayê Mike Pompeoyî da daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Palladino dîyar kir ku di hevdîtinê da mijara avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Palladino got, Pompoe di wê peywendîya telefonî de ji Serok Barzanî re hatîye gotin ku girîng e ku ew weke Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dewam bike, ji ber ku ev yek di warê pêşdeçûna têkilîyên Bexda û Erbîlê da karîger e.

Wezîrê amerîkî herî dawî teqez kir ku li ser daxwaza hikûmeta Îraqê heta ku DAIŞ bi temamî ji holê rabe ew de bixebitin.