Pirtûka derbarê Serok Barzanî de li Amerîkayê xelata yekem wergirt
PeyamaKurd - Pirtûka “Li Ber Qeraxên Azadiyê, Çawa Mesûd Barzanî Kurdistan Ber Bi Qeraxên Serxwebûnê Ve Bir” di pêşbirkeke cîhanî re xelata yekem wergirt.
Li Amerîka di pêşbirka “BIBA” a pirtûkan de, pirtûka “Li Ber Qeraxên Azadiyê, Çawa Mesûd Barzanî Kurdistan Ber Bi Qeraxên Serxwebûnê Ve Bir” a nivîkar Davan Yehya Xelîl xelata yekem bi dest xist.
Nivîskarê Kurd Davan Yehya Xelîl ku ew pirtûk nivîsandiye di peyamekê de ragihand: “Gelekî kêfxweş im ku pirtûka min a bi navnîşana (Li Ber Qeraxên Azadiyê, Çawa Mesûd Barzanî Kurdistan Ber Bi Qeraxên Serxwebûnê Ve Bir) di pêşbirkeke cîhanî de li Amerîka xelata yekem bi dest xist.”
Davan Yehya dibêje: “Ew kompaniyaya ku ev pêşbirk amade kiriye, kompaniyeke Amerîkî ye û her sal zêdetir ji yek milyon pirtûk beşdar dibin û tenê 70 pirtûk rêza yekem distînin, pirtûka min jî yek ji wan pirtûkên serkeftî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin