Nivîsîngeha Barzanî di derbarê hevdîtina serok Barzanî û Mazlum Ebdî de daxwuyanî da

16 January 2025 22:33 0 dîtin
Nivîsîngeha Barzanî di derbarê hevdîtina serok Barzanî û Mazlum Ebdî de daxwuyanî da

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Abdî li payîtexta Kurdistanê li Erbîlê civiyan. Nivîsîngeha serok Mesûd Barzanî di derbarê hevdîtina serok Barzanî û Mazlum Ebdî de daxwuyanî da.

Baregeha serok Barzanî di bin serikê ‘Serok Barzanî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk qebûl kir’ de weha got:

“Serok Mesûd Barzanî vê êvarê (Pêncşemê) fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Ebdî li Selahahddînê (Masîf) qebûl kir. Di civînê de rewşa heyî, ewlehî û pêşdeçûnên siyasî mijarên wan bûn. Li ser ku niha divê terefên Kurd yên siyasî li hemberê pêşdeçûnên li Sûriyê divê tewrekî çawa bigrin û ji bo yekdengiya Kurdên Rojava divê çi bêkirin, li ser van mijaran danûsitendin hatin kirin.

Di civînê de hat gotin ku divê bê ti hêzekî mudaxeleyê Kurdên Sûriyê bike, divê di rêya aştiyê de çarenûsa xwe tayîn bikin. Ji bo mafê Kurda bixin bin garantiyê, bi yekdengî tevbigerin, li hev bikin bê bi rêvebiriya nûh ya Sûriyê re çawa lihev bikin û peymanên çawa girêdin.

Divê terefên Kurd bibin ûnsûrên aştiyê û îstîqrarê û bixebitin da xelkê Kurd û pêkhateyên din yên Sûriyê trajediyên wekî berê nejîn.”

Di hevdîtina serok barzanî û Mazlum Ebdî de fermandarê giştî yê YPJê Rojhilat Efrîn jî amade bû. Li aliyê dinê nûnerê seroka Barzanî Dr. Hemid Derbendî û Sîdad Barzanî amade bûn.