Osman Baydemir derbarê hevdîtina xwe ya ligel Serok Barzanî axivî
PeyamaKurd - Siyasetmedarê kurd ê bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr behsa Serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina xwe ya ligel Serok Mesûd Barzanî axivî. Baydemîr spasiya Serok Barzanî kir û û hêviya tifaqa netewî, aştî û aramiyê kir.
19ê Sibatê li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî û Osman Baydemir li Selahedînê hevdîtinek pêk anîbûn.
Di civînê de Serok û Barzanî û Osman Baydemir li ser rewşa giştî ya herêmê û gûhertinên dawî û pêşhatên guftûgo kiribûn û tekezî li ser peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê û rêya diyalog û hevtêgihiştinê ji bo çareseriya pirsgirêkan kiribûn.
Bi seferî Kurdîstan û hevdîtina Brez Kek Mesud Barzanî ez gelek dilşad bûm.
— Osman Baydemir (@baydemirosman) February 22, 2020
Jî bo pêşwazî û dil germî ya we ez ji dil spas dikim.
Bi hevîya tifaqa netewî, astî û aramî...@masoud_barzani#Hewler #Kurdîstan pic.twitter.com/L4msa9A1Jg
Osman Baydemîr li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê çend wêneyên xwe li gel Serok Barzanî parve kirin û behsa Serdana xwe ya bo Kurdistanê û hevdîtina xwe ya ligel Serok Barzanî kir.
Baydemir di peyama xwe de got, “Bi seferî Kurdîstan û hevdîtina Birêz Kak Mesud Barzanî ez gelek dilşad bûm. Ji bo pêşwazî û dilgermîya we ez ji dil spas dikim. Bi hevîya tifaqa netewî, aştî û aramî...”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin