Ji ENKSê daxuyanî: Îdiayên derbarê vekisîna ji Îtilafê nerast in
PeyamaKurd – Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser nûçe û îdiayên ku bi lihevkirina bi PYDê re, wê ji nav îtilafa Sûriyê vekişe û nivîsgeha xwe ya Tirkiyê veguhêze Erebistana Siûdî daxuyanî da û red kir ku biryareke ENKSê ya wiha heye û Amerîkayê jî daxwazeke bi wî awayî ji wan nekiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ENKSê de hatiye gotin, ew îdiayên ku wê ENKS ji îtilafê veqete û navenda xwe bibe Erebistana Siûdî yan jî Misrê nerast in û di projeya lihevkirina ligel hêzên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê de jî daxwazeke wiha nehatiye kirin.
Herwiha ENKS dibêje, Amerîkayê jî di destpêşxeriya ENKS-PYDê de ti daxwazeke wiha ji wan nekiriye ku di nûçeyan hatibû îdiakirin ku bi daxwaza Amerîkayê ENKS ji îtilafa Sûriyê ya nêzîkî Tirkiyê vedikişe.
ENKSê diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide wan ku ew di nav îtilafê de cî digirin û cîgirtina Kurdan di nav opozîsyonê de rola Kurdan bihêztir dike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyeke din jî li ser îdiayên rojla Lahor Şêx Cengî di hevdîtinan de ragihandiye ku ti rola Lahor Şêx Cengî û partiya YNKê di diyaloga navbera ENKS û PYDê de nîne, diyalog di navbera ENKS û PYDê de tenê bi navbeynkariya Amerîka pêk tê û heta niha ew herdu negihîştine ti rêkeftineke dawî.
Desteya Serokatiya ENKSê dibêje, Serokatiya Herêma Kurdistanê aliyê hevkariyê di vê diyalogê dike de ye, ji ber ku wê serperiştiya rêkeftinên berê yên Hewlêr û Duhokê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin