Baregeha Barzanî li ser îdiayên derbarê Serok Barzanî de daxuyanî da

26 February 2020 19:20 0 dîtin
Baregeha Barzanî li ser îdiayên derbarê Serok Barzanî de daxuyanî da

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser gotegotên medya Erebî yên derbarê hikûmeta nû ya serokwezîrê raspartî Mihemed Elawî de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de îdiayên ku Serok Barzanî ji bo wezaretan werbigire kêşe li hember Elawî dirûst kiriye hat red kirin û hat gotin, çawa ku hinek kesan Elawî ji bo serokwezîrtiyê kandîd kiriye mafê herêma Kurdistanê jî heye wezîrên xwe destnîşan bike.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Piştî raspardina birêz Mihemed Ellawî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê li çend medyayekî Erebî û Kurdî wiha belav bûye ku qaşo cenabê Serok Barzanî ji ber kêşeya takekesî û danîna hinek kesên nêzîkî xwe ji bo wergirtina Wezaretan kêşe li gel birêz Ellawî û proseya pêkanîna hikûmeta nû da heye.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev babete hîç bingeheke xwe nîne û Serok Barzanî têbînî li ser şêwaz û bernameya karê Ellawî û mekanîzma diyarkirina kandîdan ya ji bo postên wezaretên hikûmeta Iraqê heye. Ev şêwaz û mekanîzme maf û daxwaziyên pêkhatan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav nagrê û bi piştrastiyê ve dibê sedema kûrtirbûna qeyranên siyasiyên Iraqê.

Ji aliyê Serok Barzanî ve navên kesan ewlewiyet nîne, belku ewê girînge pabendbûna hemû aliyeke ji bo wan bingehên şeraketê û hevsengî û hevpeymaniya li proseya siyasî û hikûmeta nû da bê berçav girtin. Li gel ewe da jî her wekî çawa hinek aliyan birêz Ellawî ji bo posta Serok Wezîr kandîd kiriye, Herêma Kurdistanê jî mafê xwe heye kandîdên xwe ji bo postên wezaretan hebê û pêwîste rêz li wê mafê Herêma Kurdistanê bê girtin.

Baregeha Barzanî

26.02.2020