Bersiva Hamasê li ser îdiayên derbarê kustina Heniyye de

30 December 2024 00:01 0 dîtin
Bersiva Hamasê li ser îdiayên derbarê kustina Heniyye de

PeyamaKurd – Hamasê îdiaya ku Serokê Buroya Siyasî ya berê Îsmaîl Heniyyê ku li Tehrana paytextê Îranê hat qetilkirin "bi bombeya ku li odeya ku lê dima hat kuştin" derewand.

Hemasê piştî îdiayên ku çapemeniya Îsraîlê der barê kuştina Heniyyê da kirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebera ku Heniyye bi "bombeya teqez" a ku li oda ku li Tehranê dima hatiye kuştin "rêze derewên Îsraîlê ye".

Hat ragihandin ku di encama lêkolîna hevpar a ku ji aliyê Hamas û yekîneyên ewlehiyê yên Îranê ve hat kirin de hat tespîtkirin ku sûîqest bi moşeka 7,5 kîloyî ya rêvebir ku rasterast sînyala telefona destan a Heniyyê kiriye hedef hatiye girtin.