Dozgeriya Gistî ya Silêmaniyê daxwaza rawestandina nûçeyên nerast ên derbarê kustinan de kir
PeyamaKurd – Fermangeha Dozgeriya Giştî ya Silêmaniyê daxwazek ji Rêveberiya Rewşenbîriyê re şand û tê de xwest ku belavkirina zanyariyên nerast û bêbingeh ên derbarê bûyerên kuştinê de bên rawestandin.
Li gorî dozgeriyê, dema ku saziyên peywendîdar û dadgeh li ser van tewanan lêkolînan dikin, hin çapemenî bi awayekî bê etîk û li dijî yasayan nûçeyên bilez belav dikin, zanyariyên şaş diweşînin û tevliheviyên nerast li ser bûyeran çêdikin.
Di daxuyaniya dozgeriyê de hat diyarkirin ku ev yek bandoreke neyînî li ser derûniya civakê, bi taybetî li ser ciwanan, dike û rê li ber lêkolînan digire.
Her wiha, hevpeyivînên bi kesûkarên qurbaniyan re jî rewşê xirabtir dike.
Dozgeriya giştî daxwaz kir ku hemû dezgehên ragihandinê bi yasayan pêpend bin, da ku ji weşanên bi vî rengî dûr bikevin.
Her weha, hişyarî hat dayin ku ger ev yek neyê kirin, dê tedbîrên yasayî li dijî wan kanal û çapemeniyan bên girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin