Enqereyê rawestandina gestên asmanî yên Silêmaniyê dirêj kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyeyê rawestandina geştên asmanî yên ji bo Firokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 7ê Kanûna 2024an dirêj kir.
Enqereyê, ji ber angaşta hebûna pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, di Adara 2023yan de geştên asmanî yên ji bo Silêmaniyê dabû rawestandin.
Hate ragihandin ku hikûmeta tirk rawestandina firînên Silêmaniyê heta 7ê Kanûna 2024ê dirêj kiriye.
Pisporên vê qadê diyar dikin ku ev biryar wê ziyanê bide aboriya Tirkiye û Silêmaniyê. Piştî biryara Enqereyê ya rawestandina geştên Silêmaniyê kompaniyên geştê ragihandibûn ku wan ziyaneke mezin dîtiye.
Eta Enwer: Kompanî ziyaneke mezin dibînin
Serokê Ajans û Kompaniyên Geştê yê Şaxa Silêmaniyê Eta Enwer li ser wê biryarê ji Kurdistan24ê re ragihand ku li Silêmaniyê û derdora wê 190 heta 195 kompanî û ajans hene û ji sedî 60 ji wan, ajansên geştiyariyê ne.
Eta Enwer da zanîn ku Tirkiye her tim daxwazeke mezin e û piraniya welatiyan ji bo veguheztinê Tirkiyeyê hildibijêrin û got ku kompanî û ajans ziyaneke mezin dîtine
Ji ber vê biryara Enqereyê, kesên li Silêmaniyê ku bixwazin biçin Tirkiyeyê, neçar in ku firokexaneyên Hewlêr û Kerkûkê bikar bînin. Ev jî dibe sedem ku mêvan bêtir pare xerc bikin û biwestin.
Aborînas Cameran Kadir jî diyar kir ku ev biryar bandoreke neyînî li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê dike û got, “Pêşî wê bandoreke neyînî li ser aboriya Silêmaniyê bike û ya dûre jî wê dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji frokexaneyan kêm bike. Dema ku ev dahat kêm dibe, dahata derveyê neftê jî kêm dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin