Tirkiyê rawestandina seferên asmanî yên Silêmaniyê 6 mehên din dirêj kir

03 July 2023 18:20 0 dîtin
Tirkiyê rawestandina seferên asmanî yên Silêmaniyê 6 mehên din dirêj kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyê rawestandina geştên asmanî yên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo 6 mehên din dirêj kir.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro 3yê Tîrmehê ji medya Kurdistanê re eşkere kir, hikûmeta Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê heta 3/12/2023an dirêj kir.

Parêzgarê Silêmaniyê beriya niha jî ragihandibû: “Me hemû hewlên xwe ji bo vekirina qada asmanî ya Tirkiyê û rakirina astengiyên li pêşiya Balafirgeha Silêmaniyê dane û eger heye di meha Tîrmehê de ti rewşên nexwestî dernekevin û dê pirsgirêk bên çareserkirin.”

Tirkiyê 3yê Nîsana 2023yan geştên xwe yên balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê rawestandibû û Wezareta Derve ya Tirkiyê jî wekî sedem zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê nîşan dabû.