YNKê ji rawestandina seferên Tirkiye-Silêmaniyê re bertek nîsan da

04 April 2023 18:50 0 dîtin
YNKê ji rawestandina seferên Tirkiye-Silêmaniyê re bertek nîsan da

PeyamaKurd – Ofîsa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê, li ser biryara Tirkiyeyê ku doh 3yê Nîsanê hemû seferên asmanî yên di navbera Silêmaniyê û Tirkiyeyê de, rawestandin, daxuyanî da.

Rêvebira danûsitendinan yê balafirgeha Silêmaniyê Dana Muhammed piştî biryara Tirk weha gotibû: “Temamê seferên navbera Silêmaniyê û Tirkiyê hatin betalkirin. Ti daxuyanî ji me re nehat lê me ji Tirkiyê xwest ku sedema rawestandina seferan ji me re bêje.”

YNKê bertek nîşanî biryarê da û got: “Ev ambargo karekî ne yasayî ye û hewldaneke tevliheviyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ye ku dijî parçebûna Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmên di bin kontrola YNKê de ye.”

Daxuyaniya Ofîsa YNKê ya Hewlêrê wiha ye:

“Em piştgiriya xebata her çar parçeyên Kurdistanê, pîrozbahiya Newroza Amedê û helwesta Bafil Talebanî ya li ser firotina nefta Herêma Kurdistanê ya ji aliyê şîrketa SOMOyê ve dikin. Tirkiyeyê rêwîtiyên asmanî yên ji bo Silêmaniyê rawestandin. Ev ambargo karekî ne yasayî ye û hewldaneke tevliheviyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ye ku dijî parçebûna Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmên di bin kontrola YNKê de ye.

Ev biryar piştî gefa wezîrê berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar ya 2 roj piştî ketina helîkopterên hêzên li dijî terorê yên Rojavayê Kurdistanê hat. Wek gefeke rasterast li YNKê kirin û gotin ger piştgiriya PYDê bigihe heya asmanî û balafiran, divê li benda rawestandina esman jî bin.”