Pistî Tirkiyê seferên asmanî yên Almanya jî bo Silêmaniyê rawestiyan

06 April 2023 17:26 0 dîtin
Pistî Tirkiyê seferên asmanî yên Almanya jî bo Silêmaniyê rawestiyan

Peyamakurd – Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê hefteya borî geştên asmanî yên bo Silêmaniyê bi hinceta hebûn û zêdebûna tevgerên PKKê rawestand, seferên ji Almanyayê bo Silêmaniyê jî rawestiyan.

Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Kompanyayên Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer eşkere kir ku geştên asmanî yên Almanyayê ji bo Silêmaniyê hatine rawestandin.

Eta Enwer daye xuyakirin ku sedema rawestandina seferên ji Almanyayê ew e ku Tirkiye rê nade balafirên ji Almanyayê diçin Silêmaniyê li asmanê Tirkiyê bifirin.

Eta Enwer daye zanîn, 2 hêlên asmanî ji Almanya bo Silêmaniyê hene, yek ji wan Condor e ku ji Dusseldorfê tê, hêla din jî Iraq Airways e ji Frankfurtê tê. Niha Condor rawestiyaye, ew pêşbînî dikin ku ew jî raweste.

Hêj berpirsên Balafirxaneya Silêmaniyê derbarê mijarê de daxuyanî nedane.