Îranê seferên asmanî yên bo Tirkiyê rawestandin
PeyamaKurd – Îranê piştî Iraqê seferên asmanî yên ber bi Tirkiyê ve jî rawestandin.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Rêxistina Balafirvaniya Sivîl a Îranê ji roja Yekşemê ve geştên asmanî bo Tirkiyê rawestand.
Hat diyarkirin ku ev biryar di çarçoveya tedbîrên têkoşîna dijî belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hate dayîn.
Serokê Rêxistina Balafirvaniya Sivîl a Îranê Torj Dahqanî Zangana jî ragihandibû ku ruxsetên rêwîtiyên şîrketên Iraqê jî ji 4ê Cotmehê ve heta agahdariyeke din hatine betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin