Li Bexdayê heta fermaneke din seferên asmanî hatin rawestandin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî ji ber rewşa xirab a hewayê, heta fermaneke din hemû seferên asmanî hatin rawestandin.
Rêveberiya Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû seferên balafiran ên îro Duşemê 16ê Çile ji ber mija zêde bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Hatiye gotin ku mesafeya dîtinê daketiye 100 metreyan û heta rewşa hewayê normal bibe, wê sefer ji nû ve dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin