Li Bexdayê mij seferên balafiran asteng dike

20 December 2023 12:35 0 dîtin
Li Bexdayê mij seferên balafiran asteng dike

PeyamaKurd – Ji ber mijê seferên Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê ji bo demekê hatin rawestandin.

Li gor agahİyên ku hatine bidestxistin, seferên balafiran ên li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ji ber mijê ya li Bexdayê hatin rawestandin.

Tê pêşbînîkirin ku dema rewşa hewayê normal bibe û mij kêm bibe, wê seferên balafiran dîsa destpê bikin.

Meteorolog Sadik Atiye di daxuyaniya xwe ya duh de, derbarê mijê de hişyarî da.

Atiye got, "Di saetên sibê de li herêmên wek Diyala, Bexda, Selahedîn, Kut, Hewlêr, bakur û rojhilatê Besrayê, Kerkûk, rojhilatê Mîsan û bakurê Zîkarê wê dîtin kêm bibe."