Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan seferên asmanî hatin betalkirin
PeyamaKurd – Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber rewşa xerab a hewayê û firtoneyan, bi sedan seferên balafirên rêwiyan hatin betalkirin.
Kompanyaya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ragihand ku ji şer firtoneyê, mij û baranê heta niha li 82 bajaran 187 seferên balafirên rêwîyan li ser seranserê Tirkiyeyê hatine betalkirin ku dibe ev hejmar hîn zêdetir bibe.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ji bo Diyarbekir û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê hişyarî daye ku dê barana xurt ji îro 19ê Mijdarê pê de heta du rojan dewam bike. AFADê hişyariya rabûna lehiyan û girtina rêyan da û daxwaz ji welatiyan kir tedbîrên xwe wergirin.
Ji ber firtoneyê li Stenbolê jî hinek seferên ferîbotên Xetên Bajêr, Otobusên Behra Bursayê (BUDO) û Otobûsên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) hatine betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin