Li Hewlêrê ji ber mija zêde 15 seferên asmanî hatin betalkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber mija zêde ya li Hewlêrê, 15 seferên asmanî yên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatin betalkirin. Li Silêmaniyê jî seferek hate betalkirin.
Rayedarekî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihandiye ku îro 15ê Kanûnê ji ber mija zêde ku dîtin asteng dikir, gelek balafirên rêwiyan nekarînê seferên xwe bikin.
Li gorî daxuyanîyê piraniya wan seferên Hewlêr-Stenbolê 15 sefer hatine betalkirin.
Herwiha hate zanîn ku sefereke Balafirgeha Silêmaniyê ya bo Tehranê jî ji ber heman pirsgirêkê hatiye betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin