Ji ber mija zêde gestên asmanî yên Hewlêrê hatin rawestandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber mija zêde û rewşa xirab a hewayê, Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hemû geştên xwe yên asmanî rawestandin.
Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar ragihand, ji ber rewşa keşûhewayê, geştên asmanî hatine rawestandin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê di demjimêrên nîvro de bi rabûna mijê re geştên balafirgehê ji nû ve dest pê bikin.
Îra Yekşemê Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê jî geştên xwe rawestandibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin