Di navbera Dîlok û Hewlêrê de gestên asmanî ji nû ve destpê kirin

01 February 2022 13:09 0 dîtin
Di navbera Dîlok û Hewlêrê de gestên asmanî ji nû ve destpê kirin

PeyamaKurd Di navbera bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, geştên esmanî yên rasterast ên ku piştî referandûma 2017ê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn rawestandin, dîsa destpê kirin.

Do êvarî bi merasîmeke taybet, yekem geşta esmanî ya navbera Dîlok û Hewlêrê destpê kir. Demeke ji ber nûjenkirina termînala Balafirxaneya Dîlokê û pişt re rewşa nerênî ya keş û hewayê, geştên esmanî yên navbera Dîlok û Hewlêrê hatibûn rawestandin. Biryar bû roja 24ê Kanûna 2021ê destpê bikin, lê ji ber barîna berfê û rewşa keş û hewayê hatibûn paşxistin.

Bi merasîmeke taybet û bi amadebûna Parêzgarê Dîlokê Davut Gul, hejmarek parlamenter, Seroka Şaredariya Bajarê Mezin, Rêveberê Polîsên Bajêr û Konsulê Iraqê yê Dîlokê Hesen Ebdulwehab, yekem geşta esmanî ya Dîlok-Hewlêrê destpê kir.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û da zanîn: “Li avahiya ttermînala nû ya balafirxaneya me yekem geşta esmanî ber bi Hewlêrê dikin. Iraq hevbeşekî me yê girîng ê bazirganî ye, hevdem asankariyeke gelekî baş dibe ji bo karsazan û dibe hevkarekî rasterast ê hinardekirinê jî. Piştî vê geştên me yên esmanî bo Bexdayê jî dibin.”