Lufthansa gestên asmanî yên Hewlêrê ji nû ve dide destpêkirin
PeyamaKurd – Kompaniya Rêhewayê ya Alman Lufthansa ragihand ku di meha Îlonê de geştên bo Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji nû ve dide destpêkirin.
Luthansayê piştî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê li Tehranê û zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn ku Îranê gefa bersivdanê xwaribû, geştên bo çend welatan û yên Hewlêr û Bexdayê rawestandibû.
Di daxuyaniya Lufthansayê de, hatiye diyarkirin ku wê rawestandina geştên bo Tel Avîv û Tehranê heta 2yê Îlonê yên Beyrûdê jî heta 30 Îlonê bidome.
Herwiha hate ragihandin ku wê geştê wan ên Eman û Hewlêrê jî ji 27ê Tebaxê pê ve ji nû ve dest pê bikin.
Di koma kompaniya Lufthansa de, kompaniyên rêhewayê yên Eurowings, Swiss, Austrian Airlines û Brussels Airlines jî cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin