Dîroka destpêkirina gestên asmanî yên Hewlêr-Yûnanistanê hat eskerekirin

12 January 2025 22:31 0 dîtin
Dîroka destpêkirina gestên asmanî yên Hewlêr-Yûnanistanê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku seferên rasterast ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bo Yûnanîstanê wê di Sibata 2025an de ji nû ve destpê bikin.

Îro Yekşemê 12.01.2025 (îro) Rêveberê Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê Ehmed Hoşyar di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di sala 2024an de bazirganiya ku bi rêya firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê tê kirin, li gorî sala 2023an ji sedî 25 zêde bûye.

Hoşyar anî ziman ku rêjeya bazirganiya mehane par nêzî 2 hezar û 500 ton bû û got, ev yek li gorî par bi qasî 6 hezar ton zêde bûye.

Derbarê rawestandina geştên asmanî yên Hewlêr-Yûnanistanê de jî, Hoşyar got, “Roja 15ê Sibatê geştên navbera Hewlêr û Atînayê wê ji nû ve destpê bikin.”

Ehmed Hoşyar diyar kir ku di heyama 4 salên borî de Balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê di warê kargoyê de li Iraqê yekem balafirxane ye.