Daxwaza destpêkirina gestên asmanî yên Hewlêr-Moskowê hat kirin

01 December 2020 15:28 0 dîtin
Daxwaza destpêkirina gestên asmanî yên Hewlêr-Moskowê hat kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Kanûnê li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Rûsya li Iraqê Maksîm Maksîmov û şanda ligel wî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina ku konsolê Rûsya yê Hewlêrê jî tê de amade bû de, pêwendiyên Herêma Kurdistan, Iraq û Rûsya, karên kompaniyên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê, pêşhatên siyasî û ewlehî yên Iraqê, hilbijartinên Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên terorê û şerê DAIŞê hatin axaftin.

Hat diyarkirin ku her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku firsend û derfet bo pêşxistin û firehtirkirina pêwendiyên Hewlêr û Moskow bê dîtin.

Herwiha di civînê daxwaz hat kirin ku bo pêşxistina hatinçûnê di navbera Kurdistan û Rûsyayê de, geşta asmanî di navbera Hewlêr û Moskow de were vekirin.