Dema destpêkirina gestên asmanî yên navbera Sam û Tirkiyê diyar bû

07 January 2025 19:12 0 dîtin
Dema destpêkirina gestên asmanî yên navbera Sam û Tirkiyê diyar bû

PeyamaKud – Balafirgeha Navdewletî ya Şamê piştî rûxandina rejîma Esed di 8ê Kanûna 2024an de, îro ji bo geştên asmanî yên navnetewî hate vekirin. Sefera yekem ji Îmaratê hatiye kirin û balafira 145 rêwî tê de bûn ji ser Doha ya Qeterê ve hatiye Şamê.

Piştî vebûna balafirfehê hate ragihandin ku seferên rasterast bi Tirkiyê re jî heta hefteyekê dest pê dikin..

Rêveberê Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê Eşhad Slaybî, ji medyakaran re ragihand ku ew plan dikin Balafirgeha Helebê jî ji geştên asmanî re vekin.

Slaybî got ku wan nivîs ji Balafirvaniya Tirkiyê re jî şandiye û ger bersiva were heta hefteyekê pêşbînî dikin ku dest bi seferên rasterast bikin.