Di navbera Tehran û Wanê de gestên asmanî dest pê dikin

18 January 2022 21:35 0 dîtin
Di navbera Tehran û Wanê de gestên asmanî dest pê dikin

PeyamaKurd – Hatiye ragihandin ku wê geştên asmanî yên di navbera paytexta Îranê Tehran û bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de, ji roja 31ê Çileyê 2022yan ve dest pê bikin.

Li gorî biryarê wê her hefte rojên Duşem û Înê di navbera herdu bajaran de seferên balafirên rêwiyan bên kirin.

Ji bo destpêkirina geştên Tehran-Wanê, rêvebirên kompaniyeke taybet a asmanî ya Îranê serdana parêzgeha Wanê kir û bi Parêzgar û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mehmet Emîn Bîlmez re civiya û piştî civînê Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez daxuyanî da rojnamevanan.

Bilmez got: “Rayedarên şirketê hatin vir. Serlêdanên xwe yên fermî li Balafirgehên Dewletê kirin. Ew dê di zûtirîn demê de belgeyên kêmaiyan temam bikin. Em niha ji bo destpêkê li ser çar geştan li hev hatin. Seferên ewil dê di 31ê Çileyê de dest pê bikin. Di qonaxa yekem de dê di 2 rojên hefteyê de geşt bên kirin. Hejmara geştan li gorî daxwazê dikare were zêdekirin. Sefer dê bi balafirên rêwiyan ên cûreyê Boeing 737 ên 120 kursî bên kirin.”

Bîlmez diyar kir ku destpêkirina seferên balafiran ji bo bajêr girîng e û got: “Ji ber vîrûsa Covîd-19ê demekê dikandarên me rastî pirsgirêkan hatin. Tûrîstên Îranî dê hem ji bo aboriya bajêr hem jî ji bo geşkirina têkiliyên her du welatan bibin alîkar.”