Gestên asmanî yên navbera Dîlok û Bexdayê dest pê kirin

10 June 2022 19:10 0 dîtin
Gestên asmanî yên navbera Dîlok û Bexdayê dest pê kirin

PeyamaKurd – Îro 10ê Hezîranê yekem sefera navbera paytexta Iraqê Bexdayê û bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Parêzgariya Dîlokê li ser mijarê ragihand ku bi sedema destpêkirina geştên esmanî di navbera Dîlok û Bexdayê de li Balafirgeha Dîlokê merasîmek haiye lidarxistin.

Serkonsolê Iraqê yê li Dîlokê Ebdulwahîd Mecîd di merasîmê de gotiye, wê destpêkirina geştên asmanî bandoreke erênî li ser bazirganiya du alî bikin.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Dîlokê li Bakurê Kurdistanê xwedî qebareya herî zêde ya bazirganîyê ye ku salane bi nirxê 6 milyar dolaran hinardeyê dike û piranî jî hinardeya berheman bo Iraq û Herêma Kurdistanê tê kirin.