Gestên asmanî yên di navbera Bexda û Moskowê dîsa destpê dikin

14 September 2021 13:58 0 dîtin
Gestên asmanî yên di navbera Bexda û Moskowê dîsa destpê dikin

PeyamaKurd – Dewleta Rûsyayê, roja 13ê Îlonê destûr da ku sînordariyên li ber seferên birêkûpêk ên ji Rûsyayê ber bi çar welatên din bên rakirin. Di nav wan welatan de: Iraq, Spanya, Slovakya û Kenya cih digrin.

Biryar e di 21ê Îlonê de ev biryara nû bikeve meriyetê. Ev agahî di kanala telegramê ya Hikumeta Rûsyayê de hatiye belavkirin.

Li gorî biryarê, di nava hefteyê de, du geştên esmanî di navbera Rûsyayê û Balafirxaneya Bexdayê de wê bên kirin.

Xwendekarên Herêma Kurdistanê yên ku li zanîngehên Rûsyayê dixwînin û ji meha Adara sala 2020an ve bi destpêbûna şewba Koronavîrûsê nedikarîn vegerin Rûsyayê, êdî dikarin ji 21 Îlonê ji nû ve dest bi xwendina xwe bikin.

Ji aliyê din, piştî rabûna sînordariyên li pêş seferên asmanî, Balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê jî diyar kir, ku welatiyên Rûsyayê bi testên PCR nebûna pêketina bi Covid-19 piştrast bike, dikarin serdana Iraqê bikin.

Dîplomatên Iraqê destnîşan kirine, ku eger ku belgeya piştrastiya nebûna pêketina bi Koronavîrûsê hebe, dê destûra ketina Iraqê bidin kesên ku berê xwe didin wî welatî. Ji bo vê yekê, divê testa PCR bê pêşkêşkirin.

Li gorî agahiya Balyozxaneya Iraqê, welatiyên Rûsyayê dikarin rasterast li Balafirxaneya Bexdayê vîzeya ji bo têketina Iraqê wergirin.