Serokê AKPê yê Diyarbekirê: Dîroka destpêkirina seferên Hewlêr-Diyarbekirê di demeke nêz de tê eskere kirin

05 July 2023 18:32 0 dîtin
Serokê AKPê yê Diyarbekirê: Dîroka destpêkirina seferên Hewlêr-Diyarbekirê di demeke nêz de tê eskere kirin

PeyamaKurd - Serokê Rêxistina AK Partiyê ya Diyarbekirê Mehmet Şerîf Aydin, di civîna mehane ya li avahiya partiya xwe de, ragihand ku ew hewl didin di demeke nêzîk de geştên asmanî yên rasterast di navbera Diyarbekir-Hewlêrê de dest pê bikin.

Mehmet Şerîf Aydin, li ser hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê got ku wan serkeftinek girîng li pey xwe hiştiye û ew ji xwe bawer in ku di hilbijartinên şaredariyan de Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir jî bidest bixin.

Aydin li ser pirsa rojnamevanan a derbarê geştên asmanî yên di navbera Diyarbekir-Hewlêrê de diyar kir, wî li gel her sê parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê, bi Wezîrê Veguhastinê Abdulkadîr Uraloglû re hevdîtin pêk aniye û dê demek nêz de jî dîroka dubare destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de were eşkerekirin.

Mehmet Şerîf Aydin herwiha da zanîn ku dê geştên asîmanî yên rasterast ji bo Stockholm û Viyanayê jî dest pê bikin.

Aydin got ku ew hewil didin pirsgirêkên vîzeyê yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de jî çareser bikin, ji ber ku di warê geştiyarî û bazirganiyê de pedivî bi vê yekê heye û divê têkiliyên aboriyê yên navbera aliyan jî were pêşxistin.

Di civînê de Aydin li ser doza kuştina Tahîr Elçî jî diyar kir ku Tahîr Elçî mirovekî hêja bû û ew hêvî dike kujerên wî werin eşkerekirin û cezakirin.