Serokê AKPê yê Diyarbekirê: Divê destkeftên Kurdan bi destûrê bên misogerkirin
PeyamaKurd – Serokê rêxistina AKPê ya ya Diyarbekirê Muhammed Şerîf Aydin, ligel rêveberiya nû ya Diyarbekirê ya AKPê civîneke rojnamevanî li dar xist û li ser nîqaşên derbarê astengiyên li ber zimanê Kurdî yên deshilatdariyê di van demên dawî de, daxuyanî dan.
Muhammed Şerîf Aydin ku bixwe endam û rêveberê partiya deshilatdar AKPê ye got, divê destkeftiyên Kurdan bi rêya destûrê werin misogerkirin û zimanê Kurdî jî di xizmetên ewlekariyê de were bikaranîn.
Muhammed Şerîf Aydin got, divê destkeftiyên Kurdan di destûreke nû de werin parastin da ku siberojê desthilat were guhertin jî mafên Kurdan ên hatine bidestxistin bi destûra bingehîn were parastin.
Serokê AKPya Diyarbekirê derbarê tayînkirina mamosteyên Kurdî de jî bibîr xist ku hejmar gelek kêm e û divê bêhtir werin tayînkirin û bal kişand ku Kurdî jî zimanekî qedîm ê vê axê ye.
Aydin da zanîn ku wan derbarê van mijaran de ji Enstituya Kurdî ya Zankoya Artukluyê raporek xwestiye.
Li ser cihnedana zimanê Kurdî di xizmetên ewlekariyê yên pêşîlêgirtina tundiya hember jinê de ango di sepana KADESê de Aydin diyar kir, divê zimanê Kurdî jî di wê lîsteyê de cih bigire.
Herwiha li ser pênasekirina welatîbûnê ya di destûrê de jî Aydin got, bila welatiyên herêmê (Bakurê Kurdistanê) hêvîdar bin û çaverê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin