Serokê Durziyan Canbolat: Divê Hîzbûllah xebatên siyasî bike ne yên çekdarî
PeyamaKurd – Serokê berê yê partiya sosyalist Welîd Canbolat li ser pêşdeçûnên siyasî yên Lubnanê, peşdeçûnan rave kir û got:
“Divê Lubnan li gor guherandinên herêmê here, Hîzbûllah fêm bike ku rabirdû li paş maye û ji xebatên leşkerî yên berê, xwe bide xebatên siyasî.”
Canbolat, fikrên xwe ji bo rojnama Okazê ya Erebistana Saûdiyê ragihand, behsa pêşdeçûnên siyasî yên Lubnanê û li ser dagirkirina Îsraîlê ya Başûrê Lubnanê axifî. Canbolat got:
“Dînamîkên herêmî û kureyî guherîn û divê Lubnan li pey van guherîna here, Lubnan di nav xwe de yekîtiyê ava bike û xwe ji şerên nîzama nûh ya dinyayê dûr bike.”
Canbolat got ku hilbijartina serokomar û serokwezîrê Lubnanê girêdayê guherînên herêmêne û weha dewam kir:
“Ev ne sirrekiye, di hêrêmê de guherînên ji dil hene û Lubnan di nav de ye. Berê Lubnan bi mêzêna terorê dijiya lê êdî îro ew nemaye. Ji sala 2000an heya niha bandora Îranê li ser Lubnanê zêde bû lê niha ew bandor heziya. Kuştina Nasrallah û şerên din bandorê li siyaseta Lubnanê kir.
Gelek başe ku Joseph Avn bû serokkomar û Newaf Selam bû serokwezîr û ev her dû ji bo Lubnanê baş in. Newaf Selam bi serokatiya Dîwana Edaletê ya Navdewletî tê naskirin. Bi biryarên xwe yên di derbarê sûcdarên şer yên Îsraîlê de daye, dibe lehengekî Lubnanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin