Rûsya: Divê li Sûriya nû mafên Kurd û Durziyan bên parastin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku divê li Sûriyeya nû mafên Kurd û Durziyan bên parastin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Em bi wê yekê re ne ku Sûriyeyî bi destê xwe paşeroja xwe diyar bikin, lê divê li Sûriyeya nû mafên Kurd û Durziyan li ber çavan bên wergirtin.”
Zaxoravayê destnîşan kir, “Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê piştrastiyê ji bo parastina berjewendiyên hemû netewe û koman bide, ji wan jî yên Kurd û Durzîyan.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê got: “Girîng e hemû alî rêzê li bingehên sereke yên hevgirtina ax û serweriya Sûriyeyê bigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin