Mesrûr Barzanî: Divê mafên destûrî yên Kurdistanê di nav statuya federalî de parastî bin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Cotmehê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hitchen kir.
Hate ragihandin ku mijara sereke ya civînê çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bû û hevdem herdu alî hevnêrin bûn ku kêşe siyasî ne û divê di çarçoveya destûrî û lihevkirinê de bên çareserkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de destnîşan kir, ku divê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federal parastî bin.
Balyozê Brîtanyayê jî pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybet yên di warê dîjîtalkirina xizmetên giştî de û bal kişand ser pêşketina data center a navenda Fermangeha Teknolojî ya zanyaran a hikûmetê, ku divê ji bo hemû Iraqê û Hikûmeta Federal re bibe mînak, û ew navend û dezgehên pêşketî li wan deran jî bên damezrandin.
Di hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê bi rêz û spasî behsa rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhatên cuda yên Herêma Kurdistanê de kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin