Mesrûr Barzanî bi berpirsê Amerîkî re civiya: ‘Em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin’
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de li ser rewşa giştî û proseya siyasî ya li Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatiye axaftin.
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê di civînê de, daye zanîn ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê û Amerîka wê piştgiriya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa federal de berdewam bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji berpirsê Amerîkî re got, Herêma Kurdistanê dixwaze çaresekirina kêşeyan a ligel hikûmeta federal li ser bingeha destûrê pêk were û ew di bin ti zextekê de dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin