Mesrûr Barzanî: Em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin û serê xwe jî natewînin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke Parlamentoya Kanadayê ya bi serokatiya parlamenter Tom Kmiec kir.
Hate ragihandin ku serokê şanda Kanadî kurteyek derbarê kar û çalakiyên Koma Parlamenterên Dostê Kurd li Parlamentoya Kanadayê pêşkêş kir, ku ji hejmarek parlamenterên piraniya partiyên Kanada pêk hatiye û armanca wan piştevaniya doza Kurdî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Kanadayê û Herêma Kurdistanê de ye.
Şanda Kanadî rewşa pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û diyar kir, hevşêweyê azadîyên ku li Kanadayê hene ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Kanadayê bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de û bal kişand ser pêşhatên dawî yên di warê pêwendiyên ligel hikûmeta federal de.
Mesûr Barzanî got, Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di çarçoveya destûrê de cih aniye, lê cihê mixabinî û dilgiraniyeke mezin e ku mafên gelê Kurdistanê bi awayekî gelek nedadperwerî û nedestûrî tê binpêkirin û rêz li rêkeftina aliyên ku hikûmetê ava kirine û karnameya hikûmetê nayê girtin ku li Encûmena Nûneran a Iraqê bi piraniya dengan hatiye pesendkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafên xwe yên rewa û destûrî bernade û serê xwe li ber ti fişar û gefên wan aliyan natewîne ku dixwazin Iraqê vegerînin serdema dîktatorî, zordarî û çewsandina gelê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin