Koska Spî ji Mesrûr Barzanî re: Em pistgiriya mafên destûrî yên gelê Kurdistanê dikin

02 March 2024 14:40 0 dîtin
Koska Spî ji Mesrûr Barzanî re: Em pistgiriya mafên destûrî yên gelê Kurdistanê dikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê li gel berpirsên payebilind ên Koşka Spî civiya û berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê rojeva sereke ya civînan bû.

Duh (01.03.2024) Serokwezîr Barzanî bi awayekî cuda li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Jake Sullivan, Kordînatorê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û Şêwirmendê Pilebilind ê Serokê Amerîka Joe Biden bo karûbarên enerjî û jêrxaneyan Amos Hochstein civiya.


Jake Sullivan: Amerîka dê berdewam be li ser piştevaniya Kurdistaneke bihêz û mafên destûrî yên gelê Kurd

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser tora Xê ya tora civakî de ragihand, min spasiya Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan kir, ji bo piştevaniya Koşka Spî bo Kurdistaneke bihêz û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên pêkhateyan li Kurdistanê bê parastin û binpêkirin nebin.


Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwîstiya cîbicîkirina destûrê û avakirina Encûmena Federal li Iraqê kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Jake Sullivan silavên Serokê Amerîkayê Joe Biden gihandiye Serokwezîr Barzanî û tekezî li ser piştevaniya Koşka Spî bo Kurdistaneke bihêz û mafên destûrî yên gelê Kurd kiriye.


Di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî nêrînên xwe danustandin.

Barzanî û McGurk li ser giringiya rêzgirtin li pêkhateya destûrî û federaliya herêmê hemfikir bûn


Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de wiha got:

"Em ligel Brett McGurk li ser giringiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, rêzgirtina li pêkhateya destûrî û federaliya herêmê û parastina mafên pêkhateyan li hev kirin."


Di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên dualî nêrînên xwe danustandin.

Mesrûr Barzanî û Amos Hochstein li ser destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de li hev kirin

Peyama Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina ligel Şêwirmendê Pilebilind ê Serokê Amerîkayê Joe Biden bo karûbarên enerjî û jêrxana Amos Hochstein ragihand: “Me lihev kir ku di zûtirîn dem de hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Amos Hochstein behsa pêşxistina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, bi taybetî di warê enerjî û veberhênanê de kirin.


Di daxuyaniyê de hat gotin, “Aliyan li hev kirin ku di zûtirîn demê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve bê destpêkirin. Li ser girîngiya pêşxistina sektora neft û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê sekinîn.”